ADDÎS ABABA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî merasima cinazeyê Ebdillah bîn Ebdilezîzê Qralê Erebistana Siudî yê ku duh bişev mir be yê here Riyadê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin sitendin, Serokomar Erdoganê piştî ziyareta xwe ya Etiyopyayê derbasî Riyadê bibe.
Serokomar Erdogan bernameya ziyareta xwe ya Somaliyê paşta avêt, yê ji bo ku beşdarî merasima cinazeyê Ebdillah bîn Ebdilezîzê Qralê Erebistana Siudî be here Erebistana Siudî. Erdogan piştî merasima cinaze ew ê berêvarê derbasî Cîbutiyê be û ziyaretên xwe yên Afrîkayê bidomîne.
Wisa tê gotin ku Erdoganê piştî ziyareta xwe ya Cîbutiyê derbasî Somaliyê bibe.
Hat ragihandin ku heyeta bi Serokomar Erdogan ra yê piştî nîvro ji Etiyopyayê derbarsî Cîbutiyê bibe.