KARABUK
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Karabukê beşdarî merasima vekirina komî bû. Serokomar Erdogan di merasimê da axivî û bal kişand ser tevgerên rêxistina paralel û wiha got:
"Ew niha direvin. Dema ku dosye tên eşkerekirin tu mêze dikî ku tevî meleyên xwe direvin. Madem sûcê we tune, hûn çima direvin? Çima? Lewra ew kesê li Pensîlvanyayê jî di sala 1999an da wisa revî. Min dawet kir, nehat. Em heta hetayî rêzê nîşanî siyasetê didin lê belê ji îxanetê ra tehemila me tuneye."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di mijara pêvajoya çareseriyê da hin kes semîmî nînin û wiha axivî:
"Ez li aliyê pêvajoya çareseriyê me, piştgiriyê didimê û ya herî girîng jî ew e ku ez di nav vî karî da me. Mimkun nîne ku ez li dûrî vê bisekinim. Niha jî dibêjim ew kesên ku di destê wan da çek hene heke di mijara pêvajoya çareseriyê da ku semîmî ne bira wek IRAyê çekên di destê xwe da çal bikin."
Serokomar Erdogan der barê rexneyên ku dibêjin çima serokomar midaxeleyî pêvajoyê dike da wiha pê da çû:
"Di hemû polîtîkayên ku tên kirin da wekî Serokwezîr keda min a 12 salan heye û ez ê di hemû gavên hikûmeta me da vê şunda jî li cem wan bim, alîkariyê bidim wan. Ev tu carê alîkirina partiyekê nîne. Hikûmet dewletê bi rê va dibe, dewletê temsîl dike. Madem ez jî niha Serokomar im, ji bo min wezîfeyeke ku min ev qasî kêfxweş bike û girîng tune. Dema ku ez di vê de kêmasiyekê an jî nebaşiyekê bibînim ez ê hevalên xwe hişyar bikim. Ev jî heqê min e û wezîfeya min e."
Serokomar Erdogan der barê xebat û tevgerên mixalefetê da jî diyar kir ku tu qîmeta wan li ba gel tune û wiha got: "Ez dibêjim 'Projeyan çêkin', heşa ji we, ew dest bi derewan dikin. Ez dibêjim 'Herin nav milet', ev diçin noterê. Li vê derê noter milet e. Hûn ê herin ba milet, ba milet. Di siyasetê da qîmeta sozê we qasî îtibara we ye. Heke gotina we li ba milet bêqîmet be, ji noterê senetê, ji bankeyê çekê bînin jî hukmê wê tune."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî merasima xebata vekirina komî ya li rasta Karabukê derbasî avahiya walîtiya Karabûkê ya teze bû. Serokomar li vê de derê Walî Orhan Alîmoglu ziyaret kir.
Erdogan bi qasî nîv saetî li avahiya walîtiyê ma û paşê dema ku derkete derva bi welatiyên ku li ber derî hêviya wî bûn ra wêne kişand.
Serokomar Erdogan bi otobêsa Serokomariyê va welatî silav kir û taximên kişikê li zarokan belav kir. Piştî ziyareta Karabukê Erdogan derbasî Safranbolûyê bû.