Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bi nûnerên Enqereyê yên hin rojname û televizyonan ra hat bal hev der barê mijarên di rojevê da axivî.
Akdogan destnîşan kir ku di Pêvajoya Çareseriyê û warê demokratîkbûnê da gavên girîng avêtine û got me di bin navê "Projeya Biratiyê" da jî reformên mezin kir.
Akdogan diyar kir ku ji bo bazarê bikin reforman nekirin û wiha dewam kir: "Bi HDPyê ra reqabeta me ya siyasî heye, em ê hev rexne bikin û nîqaş bikin, ev tiştekî dinê ye. Heger Pêvajoya Çareseriyê bigihêje encamê jî wê reqabeta me ya siyasî bi HDPyê ra dewam bike. Lewra em wek siyaset cuda ne û em hişmendiya wan a siyasî qebûl nakin. Ev bi kêrî kurdên li herêmê dijîn jî nayê. Di çarçoveya Pêvajoya Çareseriyê da roleke HDPyê heye. Divê baldar be. Daxuyaniyên Selahattîn Demirtaş ên der barê Serokomar da ji bo pêvajoyê daxuyaniyên neyînî ne."
- "Serokomar Erdogan Pêvajoya Çareseriyê îdare dike"
Akdogan destnîşan kir ku pêvajo bi AK Partî û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dest pê kir û wiha got: "Li gor anketên dawîn ji sedî 68ê gel piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê. Divê ev baş were fehmkirin. Ev bi baweriya bi HDP û Selahattîn Demirtaş derneket meydanê. Heger wisa nebûya wê rayên wan ji sedî 7-8 nebûya. Ev pêvajo bi me dest pê kir."
Akdogan diyar kir ku pêvajoya çareseriyê polîtîkaya dewletê ye û wiha got: "Di vir da Serokomar roleke mezin dilîze. Serokomar Erdogan Pêvajoya Çareseriyê îdare dike. Qenaet û îradeya Erdogan muhîm e. Hikûmet çawa bi biryar be, ji dil be, ya Serokomar jî ewqas girîng e."