Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der barê daxuyaniyên Qendîlê da wiha got: "Filankesê û bêvankesê çi gotine girîng nîne. Ya girîng em çi dibêjin. Yanê ne rast e em bersivê bidin hemû daxuyaniyan û mixatab bigirin. Bira welatiyên me hikûmetê teqîb bikin, siyaseta meşrû çi dibêje ew girîng e."
Akdogan li Rihayê çû serdana Walîtiyê û li vir axivî.
Akdogan destnîşan kir ku bi pêvajoya çareseriyê ra herêm normalîze dibe û wiha got: "Bûyerên dawîn ên ku di 6 û 8ê cotmehê da qewimîn turbulans çêkir û zirar da pêvajoyê. Piştî ku pêvajo dîsa hat meşandin herêm normalîze bû."
- "Divê em li pêşerojê binihêrin"
Akdogan diyar kir ku normalîzebûn hêviya însanan zêde dike û bi hêvî li pêşerojê dinihêrin.
Akdogan li ser pirsa rojnamevanekî ya der heqê daxuyaniyên Qendîlê yên qala pêvajoya çareseriyê dikin da wiha got: "Filankesê û bêvankesê çi gotine girîng nîne. Ya girîng em çi dibêjin. Yanê ne rast e em bersivê bidin hemû daxuyaniyan û mixatab bigirin. Bira welatiyên me hikûmetê teqîb bikin, siyaseta meşrû çi dibêje ew girîng e."
Akdogan destnîşan kir ku divê hêvî cardin çêbe û wiha dewam kir: "Bi 10 hezaran welatî mirin. Ev hemû welatiyên me ne, ji ber vê jî divê em bi hêvî li pêşerojê binihêrin. Di pêvajoya çareseriyê da eqlê selîm girîng e û divê dewam bike."
Akdogan der barê mirina telebeyê Bedîuzeman Seîdê Nûrsî Abdulqadîr Badilli da jî got ku Xwedê bi rehma xwe şa bike û serê malbata wî sax be.