Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz wiha got: "Me bi Bexda û Iraqa Bakur re peyman mohr kiribûn. Di çorçoveya van peymanan de li quntarên Çiyayê Qendîlê blokên me hene. Em ê li sahayên Hîndirin û Çomanê neftê bigerin."
Yildiz beşdarî merasima protokolê ya ku di navbera Wezareta Çavkaniyên Siruştî û Zanîngeha Hacettepeyê de hat îmzekirin bû. Yildiz der heqê bangewaziya çekdanîna PKKê de wiha got: "Biryar di 28ê sibatê de hat eşkerekirin, ev jî gelek girîng e. Li ser aliyê vê yê siyasî, sosyal nîqaş tên kirin û nîqaş wê dewam jî bikin."
Yildiz daxuyand, ew bawer dike ku bangewaziya çekdanînê wê li Tirkiyeyê bibe sedema normalbûnê û wiha pê de çû: "Ez wisa bawer dikim ku pêvajoyên wiha wê ji bo welatê me bibin firsend. Tehdîtên pêvajoyan xelas nabin, her wext tehdît dibin. Em warê sektora vejenê de hêvîdar in."
Yildiz li ser mijara qaçaxtiya ceyranê sekinî û wiha got:
"Ji qaçaxçîtiya ceyranê bigrin heta kesên ku bi zora siyasetê perê xwe nadin, nikarin bidin, wê piştgiriyê bidin aboriya Tirkiyeyê, ez wisa bawer dikim. Bi taybetî li Rojhilat û Başûrrojhilatê Anadoluyê rezervên neft û xaza siruştî pir zêde ye. Piştî ku zordestiya PKKê ji wir rabe, em ê zêdetir çavkaniyên vejenê bibînin. Me bi Bexda û Iraqa Bakur re peyman mohr kiribûn. Di çorçoveya van peymanan de li quntarên Çiyayê Qendîlê blokên me hene. Em ê li sahayên Hîndirin û Çomanê neftê bigerin. Bi pêvajoya çareseriyê re Iraqa Bakur ji bo sektora vejenê cihekî nû ye. Ez wisa bawer dikim."