Özcan Yıldırım
18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş li ser dirêjkirina rewşa neasayî got: "Di civîna Lijneya Wezîran de, me tewsiyeyê ya Lijneya Ewlekariyê nirxand û ji bo ji 19ê Nîsanê seet 1.00ê pê ve rewşa neasayî 3 mehan were dirêjkirin nivîsa erzkirina mijarê bo Meclisê nivîsand."
Kûrtûlmûş, piştî civîna Lijneya Wezîran der barê rojevê de daxuyaniyên giring dan.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş, got: "Hilbijartin ne hilbijartina partiyê bû. Di 16ê Nîsanê de Tirkiyê hilbijartina parlamenteriyê yan jî şaredariyê nelir. Yanî em nikarin bêjin ev deng ên vê partiyê ev jî yên vê partiyê ne. Loma jî encam bi dengê partiyan di hilbijartineke berê de nayê muqayesekirin."