TBMM
MHPyê ji bo lêkolînkirina bûyrên xwekujiyê yên di nava artêşê de daxwaza Lêpirsîna Meclisê kir.
Pêşnûmaya ku bi îmzeya Cîgirserokê Koma MHPyê Yusuf Halaçoglu û hevalên wî ve hat amadekirin ji Serokatiya Meclisê re hat pêşkêşkirin.
Di sedema pêşnûmayê de hat gotin ku di van salên dawîn de hejmara bûyerên xwekujiyê yên di nava artêşê de her ku diçe zêde dibe. Dîsa di pêşnûmayê de hat diyarkirin ku ji sala 2002yan û vir ve hejmara fermî ya leşkerên ku xwe kuştin hezar û 142 ye û wiha hat berdewamkirin:
"Ji bo ku rê li ber xwekuştinan were girtin, ji bo ku sedemên xwekuştina leşkerên werin lêkolîn, ji bo ku tevdîrên hewce werin stendin, ji bo ku lêpirsîn bi awayekî zelal bimeşin û ji bo ku berpirsên van bûyeran werin tesbîtkirin û cezayên hewce bên dayîn, li ser navê Koma Partiya Tevgera Neteweperwer ez dixwazim ku di çarçoveya madeya 98emîn a Destûra Bingehîn û madeyên 104 û 105emîn ên nîzamnameya navxweyî Lêpirsîna Meclisê were vekirin."