ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di vekirina Pêşangeh û Kongreya Rêvebirên Arşîwan a Dinyayê ku mijara wê "Di Salvegera 100emîn da Belgeyên Şerê Dinyayê" ye û li Sîteya Arşîwa Osmanî hat kirin da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Em îro baş fehm dikin ku Şerê Cîhanê yê 1emîn neqediyaye. Di vî şerî da taybetî yên ku şikil dan erdnîgariya me, xwestin di navbera gelan da jî sînoran deynin. Li erdnîgariya me çiqas şer, kuştin û rijandina xûnê hebe, sedem pergala ku bi Şerê Cîhanê yê 1emîn hat avakirin heye."
Serokomar Erdogan wiha peyivî: "Ji bo me ev erdnîgar texteyê kişikê nîne ku em li serê bilîzin. Em bi çavê biratiyê li van deran û însanên li vir dinihêrin. Me hewl da ku wekî birayan tevbigerin. Li dijî yên ku dixwazin xûnê bi xûnê û zilmê bi zilmê veşêrin me bi hêza ku ji çanda xwe ya dîrokî wergirtiye, şer kir û em ê têkoşînê tim bidin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser êşên ku li vê rednîgariyê hatine jiyîn û wiha peyivî: "Wek ku di her demên dîrokê da çawa êş û keser qewimîne di dema şerên mezin da jî dibe ku heman trajedî qewimîbin. Di vê da bi tenê ermeniyan zirar nedîtiye. Li balkanan, li kafkasyayê di dîrokê da qirkirinên li ser misilmanan ya herî mezin di vê demê da qewimiye."
Serokomar Erdogan der barê îdiayên ermeniyan da jî wiha xeberda: "Armanc ne derxistina rastiyê ye, armanc li ser hişmendiya ku tê çêkirin, dixwazin êrîşî Tirkiyeyê bikin û zirarê bidin. Bira kes li qisûrê nenihêre, di vê mijarê da hesabekî ku em bidin tuneye. Em tenê ketine pey êşên ku gelê me di 100-150 salên dawîn da kişandine. Ji îdiayên ermeniyan zêdetir gotinên me hene ku em bibêjin û hesab bipirsin."