ANKARA
Serokê Giştî yê Hereketa Demokrasiyê ya Dinyayê Bayram Zîlan: "Hedefa operasyonan Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan e, hedefa dawîn jî 'Tirkiyeya nû' û 'kesên ku dixwazin Tirkiyeya nû ava bikin' in."
Zîlan li ber AK Partiyê di çalakiya bi navê 'Xwedî li îradeya xwe derkeve' de axivî. Zilan diyar kir, ew qebul nakin ku yên bê îradeya gel tevdigerin, olîgarşiya burokratîk a kur û jurîstokrasî têkilî îktidarê bibin û wiha axivî:
"Hedefa operasyonan Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan e, hedefa dawîn jî 'Tirkiyeya nû' û 'kesên ku dixwazin Tirkiyeya nû ava bikin' in. Rewşa aştiyê ya vî welatî, îstikrara aboriyê û rewşa demokratîkbûnê divê çend endezyarên civakî re neyê hîştin. Em van projeyên endezyariyê yên civakî yên pir netewî baş nas dikin. Li gor me ferq û cudahiya van projeyan û yên 12ê Îlonê, 28ê Sîbatê û 27ê Nîsanê tune. Çawa ku em duh li hemberî van mudaxaleyan sekinîn, îro jî em li dijî van projeyên endezyariyê disekinin. Li vir armanc ne AK Partiye, ne jî partiyeke din e. Armanc rasterast îradeya netewî ye."