Hat bibîrxistin ku di pêşkê de mafê sibê li Kazliçeşmeyê çêkirina mitînga HDPyê derket, Selahattîn Demirtaş li ser vê got ku "Cara ewil şens li rûyê me keniya. Carekî jî me qezenc kir ma dê çi be?"
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş der barê wêneyên tê diyarkirin ku yên tirên MÎTê ne) de diyar kir ku " Me ji roja ewil ve ev gotin, her dem dubare kir. Ev li Tirkiyeyê qewimîn. Her tişt dê piştî hilbijartinê diyar bibe. Ve hemû sûc, guneh gelo dê bên veşartin an der barê ew kesên ku van sûcan dikin de qet nebe dê mueyyîdeyek bê kirin an na? Ev girêdayî serkeftina HDPyê ne."
Hevserokê Giştî yê HDPyê Demirtaş bi xanima xwe Başak Demirtaş re li Restorana Cezayîrê bi karîkaturîst û mizahkeran re hat bal hev.
Jê xwestin ku devê gazozên li ser maseyê vekin û gotinê ku "derfeta vekirinê" danê, Demirtaş li ser vê yekê wiha axivî: "Ez beriya vekirinê propagandaya HDPyê bikim ku vekirin beredayî neçe. Rastiyê de ez navê partiyê nebêjim, ji bo ku bêterefiya min xira nebe, di dilê min de ye ew.. Me xizmetên mezin kirin ji bo memleket tabî kî vekirin jî mafê me ye. Bi hevalan re em îro vê vekirinê bikin. Bila ji bo welêt bi xêr be." û devê gazozan vekir.
Selahattîn Demirtaş der barê azîneyên xebatên wan, şert û mercên xebata wan, firotin, gelo otosansurê dikin an na, tehdeyê dibînin an na, herî hêsan kî xêz dikin, ji xêzkeran pirs pirsîn.
Demirtaş li ser pirsa "Gelo hûn jê bawer dikin ka mîzah ji bo armanca parastinê tê bikaranîn an na?" diyar kir ku mîzahê gelek caran ji bo parastinê bi kar tîne û wiha axivî: "Em rastî gelek êrîşên belaheq, bêcidiyet, bêbingeh, dezenformasyonên ji bo qewetjêbirînê re rû bi rû dimînin. Heke hûn bersivên cidî bidin wan rewş dikeve haleke wisa ku mirov nikare ji nav derkeve. Hûn bi fikra ez xwe biparêzim êrîşa bêcidiyet a li hemberî xwe meşrû dikin. Mîzah di wir de dibe çekeke gelekî bibandor, êrîşa ji cidiyetê dûr ji nişka ve dibe bêwate."
Demirtaş qal kir ku xanima wî Başak Demirtaş rexneyên gelek tund lê dike û got ku xanima min yek ji wan rexnegirên ku ez herî zêde guh didimê ye.
-"Cara ewil şens li rûyê me keniya"
Hat bibîrxistin ku di pêşkê de mafê sibê li Kazliçeşmeyê çêkirina mitînga HDPyê derket, Selahattîn Demirtaş li ser vê got ku "Cara ewil şens li rûyê me keniya. Carekî jî me qezenc kir ma dê çi be?"
Karîkaturîstên ku di nav wan de Can Barslan, Bahadir Boysal, Mûsa Kart, Mehmet Çagçag, Tan Oral, Sûat Ozkan jî hene beşdarî hevdîtinê bûn.