Li Îdila navçeya Şirnexê di navbera koma HDPyî û endamên Huda Parê de şer derket, du endamên Huda Parê yên ku bi çekan li wan xistin mirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin komeke HDPyî hat Kozlûcaya gundê Îdilê û xwest ku vir alayên partiyê û namzedên parlementeriyê daliqîne. Kesekî di nav koma HDPyî ya ku bi endamên Huda Parê yên li gund re ket nav nîqaşê bi çeka xwe gule barandin. Di bûyerê de endamên Huda Parê Muhammed Şerîf Şîmşek (34) û Abdûlcelîl Talayhan (38) bi xedarî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nîseybînê ya Mêrdînê û birîndar digel mudaxaleya ku hat kirin, mirin.
Komeke ku li ber nexweşxaneyê civiya tekbîr anîn û li dijî PKKya rêxistina terorê dirûşme berz kirin. Polêsan li hawirdora nexweşxaneyê bergiriyên ewlehiyê girtin.
Di vê navberê de hat ragihandin ku li gundê Kozlûcaya ku bûyer wir qewimî jî rageşî berdewam dike, ekîbên jendirmeyan sewqî herêmê kirin.