ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Huseyîn Çelîk li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û der barê pêvajoya çareseriyê û polîtîkayên BDPyê de axivî.
Çelîk rexneyên BDPê yên der barê pakêta demokratîkbûnê de ku digotin pakêt vala derketiye bi bîr xist û got ku divê BDP şêweya xwe ya êrîşkar û ku ji nezaketê dûr e, biterikîne. Çelîk wiha dewam kir: "Naveroka pakêtê vala nîne, tiştê vala şêweya BDPê ye. Di TBMMyê de partiya siyasî ya herî biçûk BDP ye. Gava hûn xwe xwediyê hin hêzan dihesibînin, ez dibêjim qey hûn di eynika fûarê de li xwe dinihêrin."
-"Em bangî BDPê dikin ku bila zirarê nedin pêvajoya çareseriyê"
Çelîk der barê dîwarê ku li Nûsaybînê ji bo ewlehiya hemwelatiyan tê avakirin de jî agahî da û diyar kir ku vî dîwarî dişibînin dîwarê ku di navbera Îsraîl û Filistînê de ye, ev şibandin bêwate ye. Di be ku mirov li dijî avakirina dîwar be û ev jî mafekî demokratîk e û wiha berdewam kir:
"Dibêjin em ê bi canê xwe û tevgerên xwe hewl bidin û rê lê bigirin. Li qisûrê nenihêrin ev nayê qebûlkirin, di dewleta hiqûqî de ev nabe. Li derekê tiştek pêwist be tê çêkirin. Bi taybetî jî divê BDP zirarê nede pêvajoya çareseriyê. Min berê jî got, dîsa jî dibêjim, rêvebirên BDPyê roja ku fehmkirine Abdullah Ocalan televizyonê temaşe dike, her roj bi şêweyekî romantîk, bi gotinên xemilandî dibêjin ku em girêdayî wî ne, sedeqeta xwe tînin ziman. Divê jibîr nekin, dibe ku ji aliyekî ve ev xweş bê dîtin, lê ji aliyekî ve jî li welat ev dibe sedema nexweşiyê û hêrsê. Ji ber vê sedemê jî divê BDP di vî warî de şêwe û zimanekî hesas bi kar bîne."
Çelîk der barê axaftinên hin serokên rêxistina terorê de jî axivî û wiha got: "Muxatabê me kesên siyasî ne. Bi taybetî jî ez li ser tiştên ku PKK û Qendîl tîne ziman nasekinim û şîrove jî nakim, ev ne tiştekî rast e. Tiştê ku ez ê di dawiyê de bibêjim ev e: Li vî welatî bila xwîn nerije. Ji bo ku zarokên kurd û tirk nemirin çi ji destê me bê û çi bikeve ser milê me em dikin û em ê hêj jî bikin. Em ê vê hesasiyetê heta dawiyê bidomînin. Lê heger ev nebû, tim ji min dipirsin ku PKK dest bi şer bike û mirovan bikuje dê çawa bibe. Ez hêvî dikim careke din li Tirkiyeyê çek neyên teqandin û gule jî neyên berdan. Lê heke ku tiştekî wisa bibe her tişt jî eşkere ye. Jixwe hezên ewlehiyê yên vî welatî ji bo parastina gel û welêt li ser wezîfeya xwe ne."