ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li ser îdiayên der heqê Mûsteşarê MÎTê Hakan Fidan de wiha axivî:
"Îsraîlê daxuyaniya xwe da û em bixwazin jî nexwazin jî em mecbur in ku ji wan bawer bikin yan jî em pê bawer dikin. Ji bilî vê ji dewletên cuda jî daxuyaniyên cuda tên dayîn. Ya ku ji bo me girîng ew e ku heta ku tiştek bi delîlan ve neyê îspatkirin em nahêlin ku kes der barê burokratên me, teknokratên me an jî hevalên me yên siyasî û yên em bi hev re têkoşîn didin de biaxivin. Em van hevalên xwe yên ku me ew wezîfedar kirine diparêzin. Em her tim piştgiriyê didin wan."
Erdogan beriya ku here Kosovayê pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsên "Hewcedarî heye ku guherîna rêziknameyê çêbibe? An parlamentereke sergirtî rasterast dikare di meclisê de siyasetê bike?" Serokwezîr Erdogan diyar kir ku Serokê Meclisê Cemîl Çîçek demek berê daxuyanî daye û wiha axivî:
"Hewce nake ku rêzikname bê guherîn. Şert û merc ji bo vê musaît e û parlamenterên sergirtî yên ku hatine hilbijartin dikarin di parlamentoyê de wezîfeya xwe bikin. Der barê vê de helwesta Partiya AKê zelal e. Em ji berê ve piştgiriyê didin û em dê dîsa jî piştgiriyê bidin."
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi balafira taybet ANAyê di saet 10.30an de çû Kosovayê.
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag û Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, hin parlamenter û karsazan jî di heyeta Serokwezîr de cih girtin û bi hev re çûn Kosovayê.