12 Gulan 2016•Rojanekirin: 22 Gulan 2016
ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) ji bo ku di telefonên xwedî pergala xebata Wîndowsê ne de bê bikaranîn, sepandina "Wîndows Phone" xiste rewacê.
Ev sepandin wê di telefonên xwedî pergala Windows Phone 8.1 û yên ji wê zêdetir de bixebite.
Ji bilî nûçeyên tirkî, di demeke nêz de bi zimanê îngilizî jî ev sepandin wê bixebite.
Nûçe û wêneyên ku li ser malpera înternetê ya AAyê de (www.aa.com.tr) tên weşandin wê bi vê sepandinê ve bên şopandin.
Di sepandinê de "manşet, nûçeyên dawî, wêne, vîdeo, înfografîk, berhemên AAyê û ragihandin" ji 7 kategoriyên sereke pêk tên.
Li ser navnîşana "https://www.microsoft.com/tr-tr/store/apps/anadolu-ajansı/9nblggh4vb60" wê bikaribin vê sepandinê bişopînin.
Dîrektorê Teknolojiyên Ragihandinê û Agahiyan ê Ajansa Anadoluyê Yakup Şivka der barê sepandinê de daxuyanî da û got ku AA di sektora medyayê de pêşengiya xwe didomîne.
Şivka wiha axivî: "Piştî ÎOS, Androîd û saetên jîr, ji bo cîhazên mobîl ên ku xwedî pergala Wîndows Phone xebateke me çêbû. Me ji bo van cîhazan sepandinek çêkir. Ez dikarim bibêjim ku ji hêla naverokê ve ew di piyaseyê de ya bi herî biqalîte ye."