Hat ragihandin ku di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (LEN) de li ser Operasyona Şah Firatê ya ku ji ber kêşeyên ewlekariyê û zarûriyetên leşkerî pêk hat de sekinîn û Hêzên Çekdarên Tirk ên ku bi serfirazî operasyon li dar xistin pîroz kirin.
Di daxuyaniya li dû civîna LENê de hat gotin ku di civînê de rûdanên ku ewlehî û aramiya xelkê eleqedar dikin, hatin nîqaşkirin û tevdîrên ku divê bên stendin hatin guftûgokirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser qonaxa dawîn a pêvajoya çareseriyê jî hat rawestandin û wiha hat gotin: "Bi taybetî jî bal hat kişandin ku dê xusûsa têkoşîna bi şidetê re bi qirar berdewam be. Di Lijneyê de der heqê xebatên li dijî rêxistina Paralel û rêxistinên derqanûnî yên ku di bin kîsweya legaliyê de fealiyetan dikin de agahî hat pêşkêş kirin."
Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin ku Operasyona Şah Firatê ya ku di 22yê Sibata 2015an de ji ber kêşeyên ewlekariyê û zarûriyetên leşkerî pêk hat jî di Lijneyê de hat nîqaşkirin û Hêzên Çekdarên Tirk ên ku bi serfirazî operasyon li dar xistin, hatin pîrozkirin.
Di daxuyaniyê de van xusûsan cih girt:
"Di civînê de mijara dînamîkên mewcûd ên şerê li Sûriyeyê yê ku dikeve sala pêncan, DÎŞI jî di navê de bandora gef û rîskên şerê li Sûriyeyê yên li ser îstiqrar û ewlehiya welatê me, pêşveçûnên navneteweyî yên der heqê Sûriyeyê de, rewşa penaberên li welatê me û alîkariya ku em didin wan, hatin guftûgokirin.
Pêşveçûnên li Başûrê Kafkasyayê jî hate rojevê û bi vê wesîleyê şehîdên Qetlîama Hocaliyê jî bi rehmet hatin bibîranîn. Rûdanên li Lîbya û Yemenê, rewşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê, pêşveçûnên der barê dijayetiya Îsraîl û Filistînê jî hatin nîqaşkirin."