ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş der heqê pêvajoya çareseriyê da wiha got: "Ya muhîm biryar û sekna hikûmetê ye. Li pêşiya me hilbijartinên 7ê hezîranê hene û hikûmet dev ji îradeya xwe bernade. Yanê rîsqên siyasî hildide û pêvajoyê dimeşîne."
Kurtulmuş li Mala Waliyan beşdarî "Hevdîtina Waliyan" bû û piştî bernameyê pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa der heqê Pêvajoya Çareseriyê da Kurtulmuş wiha axivî: "Pêvajoya Çareseriyê pêvajoya gel e. Mixatab jî xwediyê pêvajoyê jî gel e."
Kurtulmuş destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê tenê bi kêrî Tirkiyeyê nayê û got ku wê ji bo gelê Ukrayna, Yêmen, Libya û Iraqê jî bibe hêvî.
Kurtulmuş diyar kir ku hêviya wan a ji bo pêvajoyê tim zindî ye û wiha got: "Ya muhîm biryar û sekna hikûmetê ye. Li pêşiya me hilbijartinên 7ê hezîranê hene û hikûmet dev ji îradeya xwe bernade. Yanê rîsqên siyasî hildide û pêvajoyê dimeşîne."
Kurtulmuş destnîşan kir ku divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê û wiha dewam kir: "Di bûyerên 6 û 7ê cotmehê da provakasyon hatin kirin. Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê."
Kurtulmuş der heqê pêşnûmaya pêvajoyê da jî destnîşan kir ku li holê mizakere tuneye, em dibêjin pêvajoya çareseriyê.