Civîn li Stenbolê li otêlekê hat lidarxistin û alim û rûspiyên ji herêmên Tirkiyeyê jî beşdarî civînê bûn. Beşdarvanên ku di civînê de axivîn destnîşan kirin ku ji bo li dinyayê û Tirkiyeyê aştî û hizûr pêk were pêwistî îro zêdetir bi Ehlê Sinnetê heye.
Di axaftinan de hat diyarkirin divê Ehlê Sinnetê li dijî tiştên xerab ên ku li ser navê Misilmanan tê kirin derkevin û ji ber vê jî divê ji bo geşedanên ku li dijî Misilmanan diqewimin jî hesas bin. Di civînê de giringiya Tirkiyeyê ya ji bo aştiya dinyayê hat diyarkirin û axaftvanan bal kişand ser yekîtî û hevkariya Tirkiyeyê û ji bo vê jî divê li Tirkiyeyê nexşeya çan û dînî ya Tirkiyeyê bê parastin.
Ji beşdarvanan Emîn Saraç destnîşan kir ku giringiyê dide yekîtiyê û dixwaze encamên van xebatan jî li Tirkiyeyê bibîne.
Serokê Komîsyona Medreseyên ESABê Tayyîp Elçî jî di axaftina xwe de li ser xizmetên medreseyan sekinî û qala xizmetên medreseyan ên li Rojhilatê Başûr kir.
Civîn bi daxwaz û hêviyên beşdarvanan qediya.