Wezîrê Karên Derve Davûtoglû beriya ku biçe Katarê li Balafirgeha Esenbogayê civîna çapemeniyê kir û pirs bersivandin.
Davûtoglû li ser pirsa ku "Têkiliyên Tirkiye û Misrê daxistin asta meslehetguzariyê" de destnîşan kir ku Tirkiye û Misir du hêzên herêmê ne û tim dostaniya hev dikin, helwesta ku Tirkiyeyê nîşan daye ne li dijî gelê Misrê ye û ev zirarê nade dostaniya her du dewletan û wiha got: "Çimkî dostaniya gelên Tirkiye û Misrê ebedî ye, qeyran derdikevin û derbas dibin. Misir him ji bo herêmê him jî ji bo civaka ereban girîng e, îstiqrara Misrê û ya herêmê bi hev re têkildar e."