28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
NEW YORK
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi Hasan Rûhaniyê Serokomarê Îranê re hat bal hev.
Serokwezîr Davutoglu ji bo Hevdîtinên Giştî yên 70emîn Lijneya Giştî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê û li vir di heman demê de hevdîtinên dualî jî didomîne.
Serokwezîr Davutoglu li NY, bi Rûhaniyê Serokomarê Îranê re hat bal hev. Hevdîtina Davutoglu û Rûhanî bi qasî 45 deqîqeyan kişand.
Alîkarê Serokwezîr Cevdet Yilmaz, Wezîrê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan jî beşdarî hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin bûn.