27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
MARDÎN
Parlementerê Mêrdînê yê AK Partiyê Orhan Mîroglu der heqê cîguhastina sandoqan de wiha got: "Heger pergala cîguhastinê pêk were, bi awayekî ambargoya li ser îradeya azad a gel dê were şikestin."
Mîroglu di bernameya ku bi destê Serokatiya Bajêr a Mêrdînê ya AK Partiyê ve li otêlekê hat lidarxistin de axivî û got ku pêvajoya hilbijartinê di bin siya çekan de dest pê kir û li ser îradeya azad a gel midaxale heye.
Mîroglu destnîşan kir ku bi pergala cîguhastinê va derfet çêdibe ku mirov terciha xwe ya dengdayînê veşêre û wiha xeberda:
"Heger welatî nikaribe ku bi awayekî azad îradeya xwe bikar bîne, wêçaxê divê meriv mudaxaleya li vir bifikire. Heger pergala cîguhastinê pêk were, bi awayekî ambargoya li ser îradeya azad a gel dê were şikestin. Heger li cihekî ku lê dengdayîna giştî pêk were û ji HDPyê re deng dernekevin, dê nikaribin li vir hin tesbîtan bikin. Anku însanên bi awayekî bikaribin terciha xwe ya dengdayînê veşêrin."