Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî bi têlefonê hevdîtin kirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên dîplomatîk, di hevdîtinê de herî zêde têkiliyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, hatin nirxandin û bi taybetî li ser mijara vejenê sekinîn.
Di vê çarçoveyê de Wezîr Davûtoglû di dema serdana Bexdayê de, li ser vê mijarê jî hevdîtin kiribû û biryar dabûn ku Wezîrê Vejenê Taner Yildiz, bi muxatabê xwe yê Iraqî re bê gelhev û mijarê bi awayekî ber fireh binirxîne.