Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç got: "Siyaset dev ji min berdide. Li gor rêzikên partiyê mirovek nikare piştî 3 heyaman bibe namzet, ev qedexe ye. Ez jî dibêjim 'êdî bes e'.
Arinç, beşdarî bernameyeke qanaleke televizyonê ya herêmî bû û destnîşan kir ku hilbijartin dê di demeke nêz de bên kirin û ji bo vê jî xebatên wan dewam dikin.
Arinç li ser pirsa der heqê pêşeroja wî ya siyasî de wiha got: "Siyaset dev ji min berdide. Li gor rêzikên partiyê mirovek nikare piştî 3 heyaman bibe namzet, ev qedexe ye. Ez jî dibêjim 'êdî bes e'.
Arinç, dest nîşan kir ku siyaset demekê tê kirin, kerekî ku mirov heta hetayê bike nîne û wiha got: "Xwezî siyasetmedarên me yên din jî wiha tevbigeriyana. Divê mirov hêj li ser piyên xwe ji siyasetê vekişe. Fikra Tayyip Beg a li ser vê mijarê herî zêde ez dipejirînim û bi cih tînim. Pêdiviya min pê heye ku ji nav siyasetê derkevim. Li Manîsayê gelek cihên divê mirov teqez bibîne hene. Dê biçim Manîsayê, bêm. Herwiha em dizanin ku ji bilî siyasetê jî dinyayek heye, em piçekê di vê dinyayê de jî bijîn."