23 Îlon 2015•Rojanekirin: 23 Îlon 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê îstifakirina wezîrên HDPyî da wiha got: "Heger li derekê rêxistinên îllegal hebin, wezîfeya sereke ya wezîrên hikûmeta Komara Tirkiyeyê ew e ku li dijî gel berpirsiyar in. Wezîfeya wan ne ew e ku tevdîrên ewlehiyê rexne bikin, divê çalakiyên endamên Rêxistina terorê rexne bikin."
Serokwezîr Davutoglu xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Peyra daxuyanî dan, ez eşkere dibêjim, siyanetê nîşanî wan didim, lê metna ku hatiye nivîsandin ne ya wan e. Metnek dane destê wan û dixwînin, ev bi parlementeran û kesên ku wezîrtî kirine nakeve. Lewra şêweya li hundur a li derva, termînolojiya li hundur a li derva û gotinên li hundur û yên li derva li hev nakin. Li hundur bi nazikî axivîn û tevgeriyan, lê li Navenda Giştî ya HDPyê nasname û şêweya wan guherî û daxuyaniyên ku tê da li Serokomar, min û hikûmetê heqaret dikin, dan. Ev bi wan neket."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku wê hikûmeta Tirkiyeyê di nav valahiYê da nemîne û wiha dewam kir: "Bila her kes di nav hizûr û aramiyê da eyda xwe pîroz bike. Wezîrên me, burokrasî û mekanîzmaya dewletê li ser karê xwe ye."
Serokwezîr Davutoglu der barê ewlehiya hilbijartinê da wiha got: "Do di Lijneya Wezîran da em bi berfirehî li ser tevdîrên ewlehiyê sekinînin. Ji bo ku li Tirkiyeyê di nav hizûr û aramiyê da hilbijartin çêbe, hemû tevdîr hatine hildan."
Serokwezîr di axaftina xwe da wiha got: "Kî çi dike bila bike, biratiya vî miletî ezel û ebed e û xirab nabe."