23 Îlon 2015•Rojanekirin: 23 Îlon 2015
ANKARA
Hat ragihandin ku li Xakurka herêma li bakurê Iraqê kozik û sitargehên ku endamên PKKya rêxistina terorê bikar dianîn bi êrîşa ji hewayê va hatin îmhekirin.
Di malpera Sererkaniyê da der barê bûyerên li welêt da agahî hatin dayîn.
Li van agahiyan, li Xakurka herêma li bakurê Iraqê kozik û sitargehên ku endamên PKKya rêxistina cihêxwaz bikar dianîn bi êrîşa ji hewayê va hatin îmhekirin.
Li Ûlûderaya navçeya Şirnexê hêzên ewlekariyê dema ku li erazî digeriyan tupekê mezin, gubre, kablo û pîlên ku di çêkirina bombeyan da tên bikaranîn û amûrên jiyanê yên ku endamên rêxistina terorê di bin erdê da veşartibûn, dîtin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li Başqeleya navçeya Wanê bombeya ku endamên rêxistina terorê di erdê da wek defik veşartibûn hat dîtin û hat îmhekirin.