DIYARBAKIR
Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gulten Kişanakê der barê tehliyekirina parlamenterên girtî de wiha got: "Ji bo ku bêhiqûqî ji holê rabe divê dadgehên herêmî milê xwe hildin û dawî li vê bêqiqûqiyê bînin. Heke encameke li gorî biryara Dadgeha Makezagonê dernekeve û biryara tehliyeyê neyê dayîn, dê ev encam bibe binpêkirina makezagonê."
Kişanakê li Girtîgeha Diyarbekirê parlamentera BDPyê Selma Irmak ziyaret kir. Kişanakê piştî serdanê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku Dadgeha Makezagonê der barê parlamenterên girtî û dirêjiya dema girtîmayînê de biryareke girîng daye."
Kişanakê destnîşan kir ku biryara Dadgeha Makezagonê her çiqas ji bo serdana şexsî hatibe dayîn jî hukmekî gelemperî ye û wiha axivî: "Dadgeha Makezagonê ji bo hiqûqa neteweyî asta herî bilind e û her kesî/ê vedigire. Biryarên ku ji vir derkevin divê bi cih werin. 6 parlamenterên partiya me yên girtî hene. Ji bilî vê gelek serokên şaredariyê û rêvebirên partiya me jî girtî ne. Divê rewşa van hevalên me dîsa were rojevê û li gor biryara Dadgeha Makezagonê tevbigerin."