Der heqê Şaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanakê da ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" îdianame hat amadekirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê rêva dibe da ji ber axaftina ku Kişanakê di çalakiya "Roja Jinan a Dinyayê ya 8ê Adarê" da li Rasta Îstasyonê kiribû bi hinceta "kirina propagandaya rêxistina terorê" îdianame hat amadekirin.
Heke dadgeh îdianameyê qebûl bike Kişanakê bi cezayê ji salekê heta 5 salan bê darizandin.