Nêzî 3 hezar kes beşdarî mitingê bûn. Di mitingê de hin hunermend derketin ser dikê û sitran gotin. Herwiha di destê beşdarvanan de, posterên Abdûllah Ocalanê ku heta hetayê cezayê hepsê xwariye hebûn.
Demirtaş, li vir ji bilî hilbijartina Serokomariyê bal kişand li ser êrîşa ku Îsraîlê bir li ser Xezeyê jî.
Demirtaş di axaftina xwe ya li vir de êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam Iraqê (DÎŞI) şermezar kir û wiha axivî: "Ez ji vir cardin lanet li êrîşên DÎŞIê tînim. Em cardin dibêjin ku em ligel birayên xwe yên li rojava liberxwe didinin. Ji Kolnê em silavên xwe ji rojava re dişînin."
Demirtaş, got ku ew fêm nakin da ku welatên ewropayê li pêşberî êrîşên îsraîlê û çalakiyên DÎŞIê çawa û çima bê deng dimînin û wiha dewam kir: "Bi rastî em ji vê bêdengmayina welatê wek Fransa û Almanya jî di nav de yên Ewropayê fêm nakin. Çawa li pêşberî êrîşên DÎŞIê û Îsraîlê bê deng dimînin. Heke ku Ewropa îro deng dernexe û nerazîbûna xwe neyne ziman, gelo dê kêngê nerazîbûna xwe bîne ziman? Li rojavayê hat tespît kirin ku di destê DÎŞIê de çêkên almanan jî hene, divê teqez parlementerek Almanyayê biçe cihê bûyerê û bûyeran ji nêzîk ve bibîne, bişopîne. Divê bê eşkerekirin da ku ev çek çawa ketine destê DÎŞIyê."
Demirtaş wiha pê de çû: "Heke ku hûn bibêjin li welatê me demokrasî heye, li welatê me mafên mirovan hene û di rewacê de ne, divê hûn li pêşberî bûyerên li Rojava diqewimin û êrîşên Îsraîlê bê deng nemînin."
Demirtaş li ser hilbijartina serokomariyê jî axivî û got ku heke ez bêm hilbijartin ez ê wekî hev nêzîkî hemû gelan bibim. Divê serokomar nêzî kesên ku tên çepisandin û zilm li awan tê kirin be.