Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş got ku di mijara "agirbestê" de bangewaziya wî yek alî nîne û wiha dewam kir: "Divê PKK gula neteqîne, destê xwe ji tetikê bikşîne. Digel vê divê hikûmet jî bibêje ku wan operasyon dan sekinandin bi helwesteke ku mirin tê de tunebe wan rêya diyalogê vekir."
Demirtaş ji bo civîna serokên bajaran hat Navenda Giştî ya HDPê û li vê derê pirsên rojnamegeran bersivandin û li ser rojevê axivî.
Demirtaş got ku helwesta HDPê der heqê şiddet û çekê da eşkere ye û daxuyand ku ew van tu carî qebûl nakin û tu carî rast nabînin.
Demirtaş li ser pirsa, di opersayonan de li gundekî sivîl mirine got ku îro êvarê Lijneya Rêvebirinê ya Navend wê bicive, duh jî di Meclisa Partiyê de pêşniyaz hat kirin ku heyetek biçe wê derê.
- "Divê PKK gulê neteqîne û dest ji tetikê bikşîne"
Demirtaş li ser pirsa "WE bang kiribû ku operasyon bisekinin, lê hêla îqtidarê vê banga we bê semîmî dibîne. Pêşiyê operasyonê nûçeyên cangoriyan hatin. We gotibû ku me bi Qendîlê re hevdîtin jî kir. Gelo nûçeyên cangoriyan çima hê tên. Qendîlê çi bersiv da we?" wiha got:
"Me hevdîtin nekir. Weke ku hûn dizanin li Tirkiyeyê zagoneke mizakereyê heye. Di çarçoveya vê zagonê da mirov dikarin bi her du aliyan ra hevdîtinê bikin, di vê mijarê da temînata zagonî heye. Me heta roja îro hevdîtin di çarçoveya vê zagonê da kirin. Em dikarin cardin jî hevdîtinê bikin, lê di van şert û mercan da. Li Qendîlê gundên sivîlan tê bombebarankirin, em çawa di van şert û mercan da heyeta xwe bişînin wê derê? Ev handîkapeke ciddî ye. Bangewaziya min yek alî nîne û divê PKK aniha gula neteqîne, destê xwe ji tetikê bikşîne. Digel vê divê hikûmet jî bibêje ku wan operasyon dan sekinandin bi helwesteke ku mirin tê da tunebe wan rêya diyalogê vekir. Ez ê tiştekî bibêjim, lê wê li gor xwe fêm bikin... Ez nabêjim ku 'bila dewlet çekê dayne'. Dewlet çekê datîne? Dewleta bêçek nabe. Dewletê xwe biparêze, ez tiştekî nabêjim. Lê destkişandina ser tetikê tiştekî din e. Ez behsa agirbesta dualî dikim, bila her du alî jî gula bernedin hev. Ev bangewazî di heman demê da ji bo PKKê ye. Jixwe her ku mirov dimirin, axaftina siyasî û lêgerîna çareseriyê zehmettir dibe. Tişta ku rê li ber siyasetê digre çek e, şiddet e. Divê hikûmet jî dest ji van polîtikayan bikşîne. Em ji aliyekê va hewl didin ku gule neteqin, çekan bidin sekinandin. Wek HDPê bi rêxistinên civaka sivîl û aştîhezan ra... Ji aliyekê va jî dixwazin partiya me bigrin, destnedayîna me rakin û zextê bidin ser me. Divê hûn şûna ku rê li ber kanalên siyaseta demokratîk bigrin, berevajiyê vê siyaseta demokratîk mezin bikin, rûmetê bidnê da ku em hemû bi hev ra şiddetê berteref bikin."