ELAZIG
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş, daxuyand ku ew wek BDPê piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û got: "Me jî piştgirî da. Çima? Ji bo ku xwîn neyê rijtin, dayik negirîn, bira nebin kujerên birayên xwe."
Demirtaş, li navçeya Karakoçana Elazîzê mîtingek li dar xist, di mitîngê de axifî û wiha got: "Tu kes nikare ji ber çand û zimanê gelê me, gelê me piçûk bibîne û heqaretê lê bike. Niha AK Partî derketiyê û dibêje me dawî li bişaftinê anî. Serokwezîr nizane ev înkar çawa qediya, divê ji Mazlûm Dogan bê pirsîn. Yên ku bi sal an mafê me bin pê kirin, zulm li gel kirin niha dibêjin ew maf me dan we. Ev tiştekî pêkenok e. Tu kê yî, van mafan didî me, jixwe em li ser vê axê ji dayik bûne û ev mafên me yên sirûştîn e."
Demirtaş bal kişand ser perwerdeya bi zimanê zikmakî û got: "Gelo kurd li Kurdîstanê bi zimanê dayikê perwerde nebin dê li kûderê bibin? Heke ji nasname û baweriyan re rêz bigirtana, dê di 12 salan de hemû pirsgirêk çareser bibûna. Ji bo çareserkirinê di dest de ev derfet hebûn. Me jî piştgirî da wan. Ji bo çi? Ji bo dayik negirîn, xwîn neyê rijtin û bira nebe kujerê birayê xwe. Ev bawerî û daxwaza we ye. Em ji bo aştiyê bi piştgiriya we dimeşin."
- "Rûmeta zimanê me yê dayikê û mafên me yên hilbijartin û hilbijirînê ji her tiştî girîngtir e"
Demirtaş da zanîn ku piştgiriyê didin yekîtî û hevgirtinê û wiha pêde çû: "Em ê piştgiriyê bidin yên ku ji aliyê gel ve tên hilbijartin. Qeymeqamekî bi yek îmzeyê hûn dikarin bişînin li vir, ev nîşaneya demokrasiyê nîne, qetilkirina demokrasiyê ye. Şaredarek di demeke kurt de tê guhertin lê qeymeqamek bi îmzeyekê tê û 30 salan dikare heman karî bike."
Demirtaş bal kişand ser rewşa Elewiyan jî û got: "Destûrê nadin ku Elewî bikevin nav rêvebiriyê. Ji Elewiyan re xizmetê nakin. Divê tu bi baca ji kurd, sunnî û elewiyan kom dikî ji hemûyan re xizmetê bikî. Bi perê dewletê mizgeft nayên avakirin. Em dînê dewletê qebûl nakin. Dînê dewletê tuneye. Dînê ku ji aliyê Xwedê ve hatiye heye. Em dînê dewletê qebûl nakin, dewlet nikare dînekî nû biafirîne. Em vê yekê qebûl nakin û bi tenê bi vî awayî em dikarin baweriya xwe biparêzin."