ANKARA
Besteka demokratîkbûnê ya ku tê gotin "Dê gelek beşên civakî şaş û metel bike" dê sibê ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve bê eşkerekirin. Bestek, berhema xebatên 11 salan e. Bestek bi koordînasyona Musteşariya Pergal û Ewlehiyê ya Kamuyê û bi hevkariya wezaretên Dad û Karên Hundir hat amadekirin. Di amadekirina besteka demokratîkbûnê de, ji Komxebatên li ser Elewiyan, Komxebatên Makezagonê, Komxebatên Pirsgirêka Kurdan sud hat wergirtin û biryarên ku di Komxebatên Kêmneteweyên Olî de hatin dayin û raporên mirovên aqilmend jî wek çavkanî hatin nirxandin.
- Mirovên aqilmend
Di amadekirina besteka demokratîkbûnê de, raporên heyetên mirovên aqilmend ên ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de, li 7 herêman ji 63 kesan pêk tê, hatin nirxandin. Heyetan raporên xebatên xwe li Dolmabaxçeyê pêşkêşî Serokwezîr Erdogan kirin. Di dema amedekirina besteka demokratîkbûnê de, ji pêşniyarên di raporan de cih digrin sûd wergirtin.
- Xebatên li ser makezagona nû
Ji bo lihevkirina civakî, li ser makezagona nû komxebat hatin kirin. Di dema amdekirina Komxebatên Makezaganê de jî firk û ramanên sazî, rêxistin û welatiyan hatin pirsîn. 160 sazî û rêxistinan û bi temamî 66 hezar û 15 welatiyan fikr û dîtinên xwe bi komîsyonê re par ve kirin.
- Komxebatên der heqê Elewiyan de
Biryarên di Komxebatên Elewiyan ên di bin serokatiya Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk de hatin kirin jî di amadekirina besteka demokratîkbûnê de bûn çavkanî.
- Pêvajoya Çareseriyê
Beriya destpêkirina pêvajoya çareseriyê gelek komxebat hatin kirin. Serokwezîr Erdogan di 2005an de beşdarî "Civata Rewşenbîran" bû, ji bilî "Hevdîtinên dualî yên di navbera serokên partiyên siyasî de", bi endamên STKyan, rîspiyan û komên cuda yên dînên cuda, nûnerên medyayê, hunermend, akademîsyen û rewşenbîran re 12 civîn kirin. Di vê çarçoveya de bi Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû re jî hevdîtin û civîn hatin kirin.
- Kêmneteweyên olî
Di besteka demokratîkbûnê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xeyrî muslimanan û maf û azadiyên wan xebat hatin kirin. Di vê çarçoveyê de gelek civîn û hevdîtin hatin lidarxistin.