27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş îro diçe Amerîkayê.
Li gor daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDPê, Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsyarê Karên Derve Hişyar Ozsoy û Serokcigira TBMMê Pervîn Buldan jî wê bi Demirtaş re herin DYAyê.
Nunertiya Washîngtonê ya HDPê wê konferansekî li dar bixe. Heyeta HDPê wê beşdarî vê konferansê bibe û pişt re jî wê hin hevdîtinan bike.
Heyetê 2yê gulanê roja duşemê vegere Tirkiyeyê.