27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
ZAGREB
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku " Serokê Parlementoya me di çarçoveya nîqaşên Destûra Bingehîn de qeneata xwe, fikrên xwe nîşan da. Der heqê şexsê min de hûn jî dizanin ku ji serî ve fikrên min ên di vê mijarê de diyar in. Di ser de jî axaftina xwe min a li Misrê ya di vê mijarê de gelek gelekî girîng e. Di bernameya partiya min a ku ez damezrînerê wî me de jî jixwe ev yek gelekî eşkere û zelal e û hemû rastiyên di vê mijarê de ev in, ango dewlet hember hemû komên baweriyê jiyana baweriyan de wekî hev temaşe dike û laîktî jî ev e."
Erdogan piştî ku bi Kolînda Grabar Kîtarivîça Serokomara Hirwatistanê re yek bi yek û hevdîtinên nav heyetan kir bi Kolînda Grabar Kîtarivîçê re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
- Nîqaşên "laîktiyê"
Ji Serokomar Erdogan pirsîn ka daxuyaniyên Îsmaîl Kahramanê Serokê TBMMyê yên di mijara "laîktî"yê de çawa dinirxîne. Li ser vê yekê Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Serokê Parlementoya me di çarçoveya nîqaşên Destûra Bingehîn de qeneata xwe, fikrên xwe nîşan da. Der heqê şexsê min de hûn jî dizanin ku ji serî ve fikrên min ên di vê mijarê de diyar in. Di ser de jî axaftina xwe min a li Misrê ya di vê mijarê de gelek gelekî girîng e. Di bernameya partiya min a ku ez damezrînerê wî me de jî jixwe ev yek gelekî eşkere û zelal e û hemû rastiyên di vê mijarê de ev in, ango dewlet hember hemû komên baweriyê jiyana baweriyan de wekî hev temaşe dike û laîktî jî ev e û dema ku me partiya xwe ava kir jî me li ser hemû pergalên laîktiyê lêkolîn kir ku me ji xwe laîktiya Anglosakson, nêrîna laîktiyê ya Ewropaya bejayê, me li ser van hemûyan lêkolîn kir wê çaxê me nêrîna partiya xwe ya ya di vê mijarê de di bernameya partiya xwe de bi cî kir û di vê mijarê de jî li Tirkiyeyê ev mizakere bi ya min tenê ew hewldan e ku rojeva welatê me bikşîne aliyê din, jibilî vê tiştekî din nîne û ez wiha difikirim."
- Qeyrana penaberan
Erdogan li ser pirsa "Ji bo çareserkirina qeyrana penaberan di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de lihevkirinek çêbû lê belê li Sûriyeyê şerê navxweyî, drama mirovahiyê berdewam dike gelo hûn ji welatên Yekîtiya Ewropayê çi hêvî dikin?" wiha axivî:
"Dema em bên ser mijara penaberan, me di vê mijarê de wek Tirkiye xîreta ku ji destê me hat nîşan da, em nîşan didin, heta min ev li Azerbaycanê jî gotin îro jî gotin, me deriyê ji mirovên ku di bin bombeyên warîlê de hewl didin ku bijîn re ji bo ku xwe nespêrin Tirkiyeyê deriyên xwe negirtin, em ji niha pê ve jî nagirin, ez mecbûr im ku vê bi awayekî eşkere bibêjim û rojava di vê mijarê de di nav fikrên gelekî cuda de ye, di nav helwesteke cuda de ye û ez vê yekê wekî peywirekî wijdanî qebûl dikim. Ez dixwazim ku bi awayekî eşkere bibêjim ku divê bi welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re di vê mijarê de miazakereyan lez bi lez bi piştevanî ango di vê mijarê de bêtir piştgirî bidin Tirkiyeyê."