TBMM
Serokê Meclisê Cemîl Çîçek ji bo ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re bişîne nivîsek nivîsand. Çîçek dî nivîsê de got ku van rojên dawîn di hin weşanên çapemeniyê de nûçeyên ku dibêjin hin kes di çarçoveya lêpirsînê de bi biryara dadgehê tên guhdarkirin, hene. Çîçek da zanîn dema ku li ser nûçeyê hûr bûn, dîtin ku di nav wan kesên ku tê îdiakirin ku tên guhdarkirin de endamên TBMMê jî hene.
Çîçek got ku di çarçoveya "destlênedayîna qanûndanînê" ya ku bi madeya 83yemîn a Destûrê hat verastkirin, bi awayekî hiqûqî ne mimkun e ku der barê parlementeran de biryara guhdarkirinê bê dayîn. Çîçek wiha axivî: "Ez ji we rica dikim ka gelo agahiyê bidin ka wekî ku tê îdiakirin bi rastî jî der barê hin parlementeran de ev muemela hat kirin an na. Ez dixwazim ku hûn der barê miameleyên dereqanûnî de çi hewce dike, bikin."