26 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
DIYARBAKIR
Der heqê Parlamentera Diyarbekirê ya HDPê Feleknas Ucayê da ji bo ku seba 4 sûcan parêzbendiya wê were rakirin 2 fezlekeyên cuda hatin amadekirin.
Di fezlekeya ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê amade kir da, hat ragihandin ku di organîzeya 29ê nîsana 2017an a HDP û DBPê da li navçeya navend a Baglarê li ber avahiya bajêr a DBPê ji bo ku operasyona esmanî ya ku li herêma Sûriyeyê li ser cihên ku terorîstên PKK/KCKa rêxistina terorî lê bûn hat kirin, protesto bikin daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û Uca jî tevlî vê organîzasyonê bûye.
Axaftina ku Ucayê bi Kurdî kir, hat wergerandin û li fezlekeyê hat zêdekirin. Li gor fezlekeyê Ucayê di beşeke axaftina xwe da wiha gotiye, "Em vê êrişa ku hat kirin, şermezar dikin. Kesên ku di vê êrişê da şehîd bûn, bira cihê wan cinnet be."
Di fezlekeyê da axaftina Ucayê hat nirxandin û hat gotin ku sûcên "Bi eşkere hikûmeta Komara Tirkiyeyê, teşkîlata eskerî û asayîşê ya dewletê piçûk xistiye", "propagandaya rêxistina terorî kiriye" û "bi eşkere gel tehrîkî kîn û dijminiyê kiriye" kiriye.
Di fezlekeya din da jî axaftina Ucayê ya ku par di 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê da li Meydana Îstasyonê ya li navçeya navend a Yenîşehirê kir, hat veguhastin û hat gotin ku li gor tesbîtê sûcê "Bi eşkere piçûkxistina hikûmeta Komara Tirkiyeyê " kiriye.
Di fezlekeyan da hat gotin, ji ber ku Uca hê parlamenter e, li gor benda 83em a Makezagona Komara Tirkiyeyê parêzbendiya wê heye, ji bo ku seba sûcên navborî der heqê wê da lêpirsîn were kirin divê Serokatiya Meclisê parêzbendiya wê rake.
Fezleke ji bo ku ji Serokatiya Meclisê ra werin pêşandin, ji Wezareta Edaletê ra hatin şandin.
Heke ku parêzbendiya yasaçêkirinê ya Ucayê were rakirin, der heqê Ucayê da ji bo 4 sûcên navborî ji 3 salan heta 12 salan bi daxwaza hebsê doz wê were vekirin.