ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Ez bangî berdevkê terorê HDPyê û Demîrtaş dikim; dev ji siyaseta bûkalemûnî berdin. Hûn çi ne bi merdane bêjin, mêr û merdane derkevin pêşiya me, lê dest ji siyaseta du rû, sê rû, pênc rû bikşînin."
Davutoglu li Civîna Danasîna Namzedên Parlementeriyê û Beyannameya Hilbijartinê ya AK Partiyê ya li Salona Werzîşê ya Enqereyê axivî.
Davutoglu, Hevserokê giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş rexne kir û wiha xeberda: "Em aniha werin li ser HDPyê. Dema ku li Stenbolê diaxivin dibin kevok, lê li Agiriyê dibin berdevkê şidetê. Ez bangî berdevkê terorê HDPyê û Demîrtaş dikim; dev ji siyaseta bûkalemûnî berdin. Hûn çi ne bi merdane bêjin, mêr û merdane derkevin pêşiya me, lê dest ji siyaseta du rû, sê rû, pênc rû bikşînin."
- "Li ser welatiyên me zordestiyê dikin"
Davutoglu got ku ez bangî HDPyê û Demîrtaş dikim û wiha xeberda:
"Bira helwesta we net û eşkere be. Heger hûn wisa zen bikin ku hûnê bikaribin bi çek û zordestiyê rayên birayên me yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat bidizin, divê hûn bizanibin ku ew birayên me dizanin ku di nava 13 salan de Tirkiye ji ku hate kuderê. Aniha li Agiriyê komên çekdar tevî çekên xwe dadikevin qadê û li ser gûnd û welatiyên me zordestiyê dikin. Demîrtaş ji van re tu tiştî nabêje, yên ku dixwazin sandoqên hilbijartinê sabote bikin, lêbelê dizivire û me bi komployê ve sûcdar dike. Em garantiya sandoqa hilbijartinê jî û ya demokrasiyê bixwe ne jî. Lê waye ez ji vir bang dikim. Heger HDP partiyeke siyasî ya demokratîk be û Demîrtaş jî hevserokê wê be, nexwe bira derkeve û bêje ku em seranserê kampanya hilbijartinê û roja hilbijartinê tu zordestî û zexta çekdarî qebûl nakin."
Lê bila bizanibin ku me ji bûyerên 6-7ê cotmehê dersa xwe wergirt. Di bûyerên 6-7ê cotmehê de jî vî Demîrtaşî heman xayîntî kiribû û mirov vexwendibû serhildanê. Bira aniha bizanibin her ku çi dibe bila bibe amê ewlehiya sandoqên pêk bînin. Hêzên me yên ewlekariyê çi hewce be dê wê tevdîrê bistînin. Wekî Serokwezîr min telîmatên hewce da. Li çaraliyê Tirkiyeyê ji Hekariyê heya Edîrneyê hilbijaritin dê nava emniyetê de were kirin."
Davutoglu bangî AK Partiyiyan jî kir û wiha got: "Ez bangî muşahîdên sandoqan ên me yên sadiq û neferên teşkîlata AK Partuyê dikim, hûn amade ne ku ewlehiya sandoqên hilbijartinê bînin cih? Hûn amade ne ku sandoqan teslîm terorîstan nekin?
Li bakûr, başûr, rojhilat û rajavayê Tirkiyeyê, waye hûn hemû şahid, mensûbên çapemeniyê jî şahid in, min tenê bi zimanekî xeberda, min du zar neemiland. Min durûtî nekir. Min bi zamanekî bangî tirk, kurd, sunnî û elewiyan kir. Ev ziman, zimanê mehebet, evîn û hezkirinê ye."