ANKARA
Heyeta HDPyê ya ku di 13ê nîsanê de çûbû gundê Yukarituteka li ser navçeya Diyadîna Agiriyê da ku der barê pevçûna di navbera PKK û leşkeran de agahiyan bi dest bixe daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HDPyê de hat gotin ku heyetê rapor û agahiyên ku bi dest xistiye wê raya giştî, rayedarên dewletê û Abdullah Ocalan re parve bike.
Heyeta HDPyê di daxuyaniyê de wiha got: "Pêvajoya aştî û muzakareyê pêvajoyeke wisa bi qîmet e ku ji bo hilbijartinan divê neyê xerckirin. Ji bo ku pêvajo baş dewam bike, ev provokasyon divê bên astengkirin, bûyerên îxlalkirina agirbestê û yên ku dibin sedema mirina sivîlan divê berfireh bên lêkolînkirin. Di serî de Waliyê Agiriyê divê hemû berpirsyar ji bo demekê ji wezîfeyê bên dûrxistin."
Di daxuyaniyê de behsa raporê jî hat kirin û di raporê de wiha hat gotin: "Her sal li herêmê cihên cuda mihrîcan tên lidarxistin. Îsal jî li gundê Yukaituteka girêdayî Diyadîna navçeya Agiriyê ev mihrîcan hat plankirin. Ji bo vê platformek hat amadekirin û ji bo ku amadehî temam nebûn ev çalakî paşve avêtin da ku di 11ê nîsanê de bê kirin. Di 11ê nîsanê serê sibê du wezîfedar çûn cihê platformê ku pankartan amade bikin. Lê wezîfedaran dît ku leşkerên ku şev hatine cihê çalakiyê û li wir ketine kozikê û guleyan li ser wan de dibarînin."
Di daxuyaniyê de behsa mirina Hevserokê DBPyê yê berê yê Navçeya Diyadînê Cezmî Budak jî hat kirin û wiha hat gotin:
"Dema leşkeran êrîş kiriye Hevserokê DBPyê yê berê yê Navçeya Diyadînê Cezmî Budak miriye û Rêvebirê Meya-Derê Cenap Îlboga jî giran birîndar bûye. Serê sibê pê ve ji hemû navçeyên Agiriyê gel ref bi ref hewl daye ku bê cihê mihrîcanê, lê leşkeran destûr nedaye gel. Leşkeran ji gel re gotiye ku di destê wan de biryara Walîtiyê heye û destûr nedane gel. Rayedarên DBP ûHDPyê û komên sivîl ên ku bihîstine leşkeran operasyonek li dar xistine li hember hemû astengiyan xwe gihandine cihê mihrîcanê. Komên sivîl ên ku diçin cihê bûyerê Cezmî Budak û Cenap Îlbogayê birîndar û leşkerên birîndar bi destê xwe ji çiyê tînin û digihîn nexweşxaneyan. Bi vî awayî wan ji mirinê xilas dikin. Wêne û vîdeoyên der barê vê mijarê de di medyayê de jî hatine weşandin."
Raporê wiha dewam kir: "Leşkeran di şeva 10ê nîsanê li herêm nêzîkî platforma mihrîcanê ji ber hinceta PKK li herêmê ye operasyon dan destpêkirin û li ser vê pevçûn çêbû. Di pevçûnê de milîtanekî PKKyê mir û gelek leşker jî birîndar bûn. Bi vê operasyona leşkerî ya bi plankirî ve hêzên dewletê bi eşkere agirbest îxlal kirin."
Di raporê de hat gotin ku berpirsyarê van bûyeran hikûmet e û wiha hat gotin: "Pêvajoya aştî û muzakareyê pêvajoyeke wisa bi qîmet e ku ji bo hilbijartinan divê neyê xerckirin. Ji bo ku pêvajo baş dewam bike, ev provokasyon divê bên astengkirin, bûyerên îxlalkirina agirbestê û yên ku dibin sedema mirina sivîlan divê berfireh bên lêkolînkirin. Di serî de Waliyê Agiriyê divê hemû berpirsyar ji bo demekê ji wezîfeyê bên dûrxistin."