24 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya ku di bernameya 120emîn Sala Rûmetê ya Odeya Bazirganiyê ya Kayseriyê da pêşkeş kir da got, "Dema em ketin vê rêyê me tiştek got. Me got ku yek millet, yek al, yek welat û yek dewlet." û wiha berdewam kir:
"Dewleta di nav dewletê da, dewleta paralel, dewleta cihêxwaz, em qet destûrê nadin vî tiştî. Herwiha emê hertim li dijî vî tiştî têkoşînê bikin. Ev welat welateke hiqûqê ye, yên ku di nav vî welatî da dijîn mecbûr in, li gorî makezagonê, li gorî qanûnê tevbigerin. Eger tevnegerin wê bi şiklekî giran cezayê xwe bikşînin. Nuha hinek hewl hene ku dixwazin Tirkiyeyê jî fena Sûriyeyê û Iraqê bixine nav bûyeran da ku ne di berjewendiya Tirkiyeyê da ne. Digel vê rastiya berçav, hinek kes ji rêxistina terorê ra dibine alet. Lê hemd ji Xwedê ra piraniya welatiyên me ev lîstok dîtine û mesafe xistine nav xwe û rêxistina terorê û partiya piştevanê wê. Partiya mixalefetê ya sereke jî êdî piştevaniya wan dike. Gelo ev çawa li gorî makezagonê tevdigerin mirov nikare fam bike. Sedema ku rêxistina terorê roj bi roj çalakiyên xwe yên bê wijdan û bê exlaq zêde dike ha ev e."
- "Di esil da evna aktorên terora akademîk in"
Erdogan bal kişand ser çalakiya terorê ya li Diyarbekirê ya ku di hewşa dibistaneke navendî da, roja qarne sitendinê hat lidarxistin û got, "Li Diyarbekirê roja sitendina qarneyan, bombeyeke karê destî diavêjin hewşa dibistaneke navendî. Wa akademîsyenno, gelo hûn xwendekaran nadin xwendin. Hûn çawa karin piştevaniya wan kesên bê şeref bikin ku bombeyan diavêjin nav zarokên me. Hûn çawa akademîsyen in. Di esil da evna aktorên terora akademîk in. Ji ber vê yekê emê digel milletê xwe mil bidin milê hev û li hember van bisekinin. Em fersendê nadine wan."Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got, "Bala xwe bidinê, îro taybetiya hevpar a hemû kesên ku di nîqaşa destûra nû da helwesteke neyînî nîşan didin ew e ku ji îradeya milî û tercihên gel ditirsin. Ji vî gelekî xof digirin. Ji ber vî ji pergala serokatiyê disilikin. Ji ber hindê, ji îradeya milî disilikin. Kesên ku baweriya wan bi gel hebe, dê çima ji destûra nû û ji pergala serokatiyê bitirsin? Înşellah di serdema pêşiya me da Tirkiye dê êdî vê meseleyê çareser bike."
Serokomar Erdogan, wiha xeberda, "Bala xwe bidinê, îro taybetiya hevpar a hemû kesên ku di nîqaşa destûra nû da helwesteke neyînî nîşan didin ew e ku ji îradeya milî û tercihên gel ditirsin. Ji vî gelekî xof digirin. Ji ber vî ji pergala serokatiyê disilikin. Ji ber hindê, ji îradeya milî disilikin. Kesên ku baweriya wan bi gel hebe, dê çima ji destûra nû û ji pergala serokatiyê bitirsin? Înşellah di serdema pêşiya me da Tirkiye dê êdî vê meseleyê çareser bike. Birayên min ên ji Qeyseriyê bi yekîtî, hevrabûn, biratî, îstiqrar, hizûr, aramî û ewlekariyê baş beled in."
Erdogan bal kişand ku Qeyserî îro di warê pîşesazî, bazirganî, veberhênanî, îxracat, perwerde û gelek mijarên din da bi ser ketiye û ji ber wan nirxên ku li jorê qala wan hatin kirin, gihîştiye vê rojê û wiha dewam kir, "Xelkê Qeyseriyê ev nirx anîn bal zîrekî û xîreta xwe û li nava Anadoluyê çîroka serketinê nivîsandin."
- "Ev Rêxistina Dewleta Paralel tu ferqa xwe ji rêxistina terorê ya cudaxwaz tuneye"
Serokomar Erdogan qala têkoşîna xwe ya dijî navendên zordestiyê kir û wiha xeberda, "Ji sala 2002yan vir da di têkoşîna me ya dijî navendên zordestiyê da xelkê Qeyseriyê timî cem me bû. Dîsa ji sala 2013an vir da xelkê Qeyseriyê di têkoşîna me ya dijî şebekeya îxanetê ya ku em jê ra dibêjin 'Rêxistina Dewleta Paralel' da li cem me ye. Lêbelê ev têkoşîn neqediyaye. Ev Rêxistina Dewleta Paralel tu ferqa xwe ji rêxistina terorê ya cudaxwaz tuneye. Herdu jî eynî ne, vî wiha bizanin. Ez pir zelal û eşkere dibêjim, heta roja ku miletê me wiha li pişt me bisekine, bi îzna Xwedê tu mesele tuneye ku em nikaribin çareser bikin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku herêma Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur yên ku li ber serê Tirkiyeyê ne ji heyama Şerê Yekemîn ê Cihanê vir da di nava aloziya herî tundraw da ne û wiha dewam kir:
"Ne mimkûn e ku Tirkiye bala xwe nede van rûdanan. Di rastiyê da hedîseyên ku îro li bajarên me yên mîna Hekarî, Şirnex û Diyarbekirê diqewimîn jî tu eleqeya xwe bi birayên me yên kurd û wan herêmên me ra tuneye. Hin kes derdikevin û çi dibêjin, 'Wa ye, aniha dewlet kurdan dikuje.' Tu pirsgirêkeke me bi birayên me yên kurd ra tuneye. Ew birayên me ne. Me ji ber Xaliq ji mexlûqê hez kir. Lê têkoşîna me dijî terorê, dijî terorîstan e. Heya ku em aramî, kêfxweşî û pêşketinê bînin welatê xwe, di serî da jî bînin herêma rojhilat û başûrê rojhilatê ev têkoşîn dê li wir bidome. Bi tu awayî sekn tuneye. Ji ber ku dema ku me da li ser vê rêyê me tiştek got. Me kefenê xwe li xwe kir, em wisa derketin vê rêyê."
Xanima Serokomar Erdogan, Emîne Erdogan jî beşdarî merasîmê bû.