Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di pey hevdîtina ku bi Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Bîden re kir de got: "Di gelek mijarên ku em li serê şêwirîn de me dît ku em û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wek hev difikirin."
Erdogan û Bîden li Qesra Beylerbeyiyê hatin bal hev û bi qasî 3 saet û nîvan hevdîtin kirin û paşê jî daxuyanî dan rojnamegeran.
Serokomar Erdogan da zanîn ku Tirkiye û DYA di gelek mijarên stratejîk û li erdnigariyeke fireh de hevkariyê dikin û wiha pê de çû: "Ev hevkarî ji bo parastina îstikrar û aştiya navneteweyî ye. Em dixwazin hevkariya me bidome û xurttir bibe. Demek berê di hevdîtina ku min û birêz Bîden kir de jî em li ser van mijaran sekinîn. Me rûdanên ku li Sûriye û Iraqê diqewimin û gefa DÎŞIyê nirxandin. Li ser van meseleyan me gelek niqaş kir û emê bikin jî."
Erdogan diyar kir ku ji bilî van meseleyan li ser meseleyên gerdûnî û hin meseleyên herêmî jî sekinîne û wiha pê de çû: "Bi taybetî em li ser rûdanên dawîn ên ku li Efrîkaya Bakûr qewimîn jî sekinîn. Di gelek mijarên ku em li serê şêwirîn de me dît ku em û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekhev difikirin. Em her du jî muttefîkên NATOyê ne û hewla ji bo parastin û ewlehiya hev dê bidome."