03 Îlon 2016•Rojanekirin: 04 Îlon 2016
HANGCOU
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ji bo beşdarî Civîna G20an a ku li Hangcouyê tê kirin bibe li Çînê ye, daxuyanî da Televizyona Navendî ya Çînê (CCTV).
- "Li Çînê guherînên mezin hene"
Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê guherînên di aboriya Çînê da destnîşan kir ku gelek caran hatiye Çînê û got ku di warê aboriyê da li Çînê guherînên mezin hene.
- Hêviyên ji Civîna G20an
Erdogan di xeberdana xwe da rewşa G20an nirxand û wiha got: "Civîna li Antalyayê serkeftî derbas bû. Ez bawer dikim ku civîna G20an a li Hangcouyê jî serkeftî derbas bibe û berdewam bike."
Erdogan destnîşan kir, sernava herî girîng a civînê "şamilbûn" e û wiha dewam kir: "Çîn ji aliyê aboriyê va welatekî xurt e. Lêbelê xurtbûna aboriyê têrê nake. Heke vê aboriyê bikaribe îdare bike û îspat bike, wê hem welatê xwe hem gelê xwe pêş bixe. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku emê di civîna G20ê da civînên serkeftî bibînin û bikin. Ez rêvebiriya Komara Gel a Çînê jî pîroz dikim û kesên kedkar jî pîroz dikim."
Têkoşîna terorê
Serokomar Erdogan li ser pirsa "We di daxuyaniyên xwe yên berê da gotibû ku ji encamên herî girîng ên civîna G20ê ya li Antalyayê yek jê jî ew e ku serokên dinyayê li dijî terorê helwesteke pir xurt dan nîşan. Lê em dibînin ku Tirkiye û gelek welatên din rastî êrîşên terora xayîn tên. Em ê çawa tevkariya xwe ya têkoşîna terorê zêde bikin? got ku hin welat ji ber cihê xwe yê stratejîk dibin hedefa terorê û wiha got: "Cihê stratejîk ên hin welatan heye, ji ber vê bedelê didin. Lê bi taybetî hin welat ji aliyê madenên xwe yên binerd va dewlemend in, ji ber vê ye ku van welatan aciz dikin."
Erdogan got dibê li dijî sitandarda durû ya ku nîşanî rêxistinên terorê didin dibê ji holê bê rakirin û wiha axivî: "Terorîst baş an jî nebaş nabe. Hemû terorîst nebaş in. Ji ber vê dibê em li dijî hemû teror û terorîstan helwestê nîşan bidin. Hemû rêxistinên ku terorê dikin bi lenet in. Em bi vî awayî li bûyeran mêze dikin, têkoşîna xwe didin."
Rola Çînê ya di aboriya kurewî da
Li ser pirseke der barê rola aboriya Çînê da Erdogan diyar kir ku rezerva Çînê 3,3 trîlyon dolar e, îxracatê wê 2,3 trîlyon dolar e û 590 milyar dolar zêdehiya bazirganiya wê heye û ji ber vê jî zehf girîng e.
Erdogan destnîşan kir ku piştî aboriya DYAyê li dinyayê aborya herî mezin a di rêza 2yan da Çîn heye, di gelek mijaran da xebatên wan hene û aboriyeke wiha wê bi kêrî aboriya dinyayê bê.