03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe da axivî û got: "Li Ortakoyê bi sedan mizgeft, dêr, hewra li kêleka hev bûn, mirovên ku dîn û baweriyên wan cuda bûn bi hev ra bûn. Em bi salan e felsefeya pêkvejiyanê tecrube dikin. Em ê timî taybetiyên xwe yên mirovî gerdûnî biparêzin û xwedî lê derkevin."
Yildirim got: "Yên ku van kujeran dişînin ser me, heke li bendê ne ku wê bi van çalakiyên xwe yên nemerd va êrîşî bawerî û kesên ku jiyana wan cuda ne bikin û bi van va civatê ji hev cihê bikin, bila benda tiştekî wisa nebin. Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, li vî welatî hemû bawerî, hemû raman, hemû kesên ku dixwazin cuda bijî, di garantiya dewletê da ne."
Yildirim diyar kir, 2017 wê bibe saleke wisa ku Tirkiye wê di têkoşîna terorê da serkeftineke mutlaq bi dest bixe û wiha dewam kir: "Tu hêzeke beşerî ev milletê ezîz ji hev perçe nekir, wê ji vir şûnda jî perçe neke. Kes nikare zedê bide wesfê me yê milletbûnê."
Serokwezîr Yildirim bal kişand ser Hereketa Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê dewam dike wiha pê da çû: "Em di roja 133yemîn a Mertalê Feratê de ne. Ji destpêka operasyonê heta îro 1270ê mensûbên DEAŞê hatin berterefkirin; bi tevî yên ku hatin qefaltin ve hejmar 1561 e. Niha hemû dinya dibêje 'DEAŞ'; DEAŞ radibe, DEAŞ rûdinê... Têkoşîna wan a dijî DEAŞê têkoşîneke derewîn e. Ya ku têkoşînê dike tenê Tirkiye ye. Niha Amerîka jî tiştekî nake, yên din jî tiştekî nakin. Ji bilî xeberdanê tu tiştek tune."
Der barê rewşa deresayî da jî Yildirim got: "Di nav vê hefteyê de meclisa me wê li ser tezkereyek derheqê dirêjkirina maweya wezîfeya hêzên me yên li Efxanistanê û biryara 3 meh dirêjkirina OHALê de biaxive."
Yildirim destnîşan kir, teror ne tenê bela serê Tirkiyeyê ye, bela serê hemû dinyayê ye û wiha dewam kir: "Divê hemû welat guh bidin bangewaziya Tirkiyeyê ya têkoşîna terorê û em li bendê ne ku bersîv bidin. Em hêvî dikin, sala 2017an ji bo hemû welatan bibe wesîle ku di têkoşîna topyekûn a terorê da hişmendî zêde bibe."
Yildirim destnîşan kir ku Tirkiye li dijî terorê tekoşînê dide û ev bibiryariya Tirkiyeyê hêzên li pişt rêxistinên terorê aciz dike û wiha axivî: "Çiqas aciz dibin bila bibin, Tirkiye wê li herêmê xizmetên xwe yên ku rûyê welatiyên xwe dide kenîn û wê wan bigîhîne şaristaniya medenî wê bike. Tekoşîna xwe ya ku hewl didin yekîtî, biratî û hevrabûna gelê me xirab bikin wê bidomîne."
Serokwezîr Yildirim anî ziman ku heke li Iraq û Sûriyeyê otorîte û dewlet nebe, Tirkiye jî nikare di nav ewlehiyê de be û wiha got: "Emê destûrê nedin ku vejena me, zemanê me û çavkaniyên me bi terorê ve bên îsrafkirin."
Yildirim behsa mehaneya kêmtirîn jî kir û got ku her sal du caran zem li ser mehaneya kêmtirîn tê kirin, lê îsal serê salê ev zem di carekê de ji sedî 10 hatiye kirin.
Yildirim got ku heta dawiya salê mehaneya kêmtirîn wê neguhere û ev jî tê wê meneyê ku çavkaniyeke îlave ya qasî 10 milyar lîreyî wê di navbera karker, kesên teqawîtbûyî û karsazan de bê parvekirin.