Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan diyar kir ku ji bo kesên ku di teqîna li Diyarbekirê de birîndar bûn şifaya xêrê dixwazin û wiha axivî: "Der barê vê bûyerê de dê ji her aliyê ve lêkolîn bên kirin. Çi ye, divê mirov pêşî fehm bike ka bûyer çi ye, divê mirov li bendê bimîne ku rastî derkevin holê. Ji ser wê divê nirxandinên berfireh bên kirin. Lê di rewşên wiha de eqlêselimî gelekî girîng e, divê bi eqlêselimî tevbigerin."
Akdogan di axaftina xwe ya li bernameya ku ji aliyê Komaleya Arîkarî û Çandê ya Behra Reşiyan (KAR-DER) ve li Navenda Rapêşî û Hunerê ya Neşet Ertaş ve hat lidarxistin de der barê teqîna li Diyarbekirê de daxuyanî dan.
Akdogan diyar kir ku di teqîna ku li mitînga HDPyê çêbû de birîndar hene û ji bo birîndaran şifaya xêrê xwest.Akdogan got ku di bûyerê de welatî û polês birîndar bûn û wiha axivî:
"Dê ji her aliyê ve der barê vê bûyerê de lêkolîn bê kirin. Çi ye, divê mirov pêşî fehm bike ka bûyer çi ye, divê mirov li bendê bimîne ku rastî derkevin holê. Ji ser wê divê nirxandinên berfireh bên kirin. Lê di rewşên wiha de eqlêselimî gelekî girîng e, divê bi eqlêselimî tevbigerin. Ji ber ku armanca bûyerên provokatîf yan derxistina mexdûriyetê ye, yan armanc ew e ku bandorê ser qeneata hilbijêran bikin, an manîpule ye an jî armanc ew e ku alî û komên cuda ber de pêsîra hev. Rêya ku beredayîderxistina van ew e ku ji bo van divê xizmetê nekin, sikûnetê muhafaza bikin. Em gelekî mezin in, bi kurd, tirk, ereb û eceman re gelekî mezin in, em ev hezar sal in ku bi hiqûqa biratiyê bi hev re dijîn. Divê bi tu awayî li hember van bûyeran serî neyê tewandin. Ew kesên ku ji şîdet, teror û provokasyonê medetê dixwazin her kî dibe bila bibe, namerd e, tenê namerd e. Divê li hember vîna gel rêz bê girtin. Di demokrasiyan de gel diaxive, gel di sindoqê de diaxive."