50 kesên ku di teqîna li mitînga HDPyê ya li Diyarbekirê da birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, mitînga HDPyê ya li Rasta Îstasyonê, piştî teqîna ku tê texmînkirin di trafoyê da çêbû hat betalkirin.
Komekê bertek nîşanî wesayîta ku Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş tê da hat cihê mitîngê da, li ser rageşiyê wesayîta ku Demitaş tê da bû ji cihê mitîngê vegeriya.
Di teqînê de di bedena qasî 50 kesî da şewat û birîn çêbûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Diyarbekirê û nexweş hatin dermankirin. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran giran nîne.
- Agir berî wesayîtên polêsan dan
Wek mayîn komên ku ji Rasta Îstasyonê belav bûn li Taxa Ofêsê bi kevir û kuçikan êrîşî ekîbên polêsan ên ku tevdîrên ewlehiyê digirtin kirin. Ekîbên polêsan bi ava tazyîk û gaza îsotê midaxeleyî wan kir.
Hat ragihandin ku di dema bûyeran da wesayîteke polêsan hat şewitandin û di hin wesayîtan da jî xisar çêbû.
Hin kesan bi keviran êrîşî buroya li Taxa Ofêsê ya Parlementera AK Partiyê ya Diyarbekirê Oya Eronatê kirin. Alîgirên partiyê yên ku di buroyê da bûn demekê di hûndir da mehsûr man. Di buroya hilbijartinê da zirar çêbû.
- Maseya qeyranê hat amadekirin
Walîtiyê ji ber bûyerên ku derketin maseya qeyranê amade kir. Hat ragihandin ku sedema teqînê yê piştî lêkolînên di trafoyê da yên ku ekîbên Lêkolînên Dewsa Bûyerê ya Midûriyeta Ewlekariyê bike, eşkere be.