Nihat Kavşut
29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 30 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, "Divê em bala xwe bidin ser pirsgirêkên pergalê yên ku hêza me ya aboriyê û reqabeta me ya di bazarên kurewî da kêm dikin."
Oktay li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di rûniştina dawîn ya Civîna 34emîn ya Komîteya Daimî ya Hevkariya Aborî û Ticaretê (ÎSEDAK) ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî da axivî.
Alîkarê Serokomar Oktay di xeberdana xwe da diyar kir divê bala xwe bidin ser pirsgirêkên pergalê yên ku hêza wan ya aboriyê û reqabeta wan ya di bazarên kurewî da kêm dikin.
Fuat Oktay destnîşan kir ji ber ku Amerîkayê terîfeyên gumrikê zêde kirin û dewletên din wek bertek bi heman awayî bersivê dan li dinyayê her diçe pêleke parastinê dest pê kir û wiha got: "Dijî vê pêlê berteka herî rast ew e ku bi hêsankirina ticaretê kêmkirina maliyetê, bi taybetî rakirina terîfeyan û astengên dijî terîfeyan û hêsankirina prosedurên gumrikê ne."