Nihat Kavşut
13 Mijdar 2018•Rojanekirin: 14 Mijdar 2018
PALERMO
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay destnîşan kir Tirkiye ji Konferansa Libyayê ya Navneteweyî ya li Îtalyayê hat lidarxistin vekişiya.
Oktay li otêleke li bajarê Palermoyê ku konferans lê dihat lidarxistin daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Mixabin vê sibehê civaka navneteweyî nebû yek. Hin kesan bi emrîwaqiyên di deqîqeyên dawîn da mazûvaniya Îtalyayê sûîstimal kirin û yekalî midaxeleyî pêvajoyê kirin. Heta ku hin dewlet pêvajoyê li gor berjewendiyên xwe seqet bikin li Libyayê îstiqrar çênabe."
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay diyar kir pêwistiya Libyayê zêde bi midaxeleyên derva tuneye û wiha axivî: "Berevajiyê yên din em bi aktorên li Libya û li herêmên din ra ji bona diyalogeke berfireh amade ne. Kesên ku ji rewşa zehmet ya li Libyayê berpirsiyar in nikarin feydeyeke erênî bidin ku rewşa li welêt baş bibe."
Oktay destnîşan kir civînên bi vî rengî ku Tirkiye di nav da nebe feydeyê nadin pêvajoyê û wiha axivî: "Vê sibehê di navbera hin terefan da civînên xeyrîmeşrû hatin kirin û ev wek aktorên sereke yên li herêma Behra Sipî hatin nîşandin. Em bi tundî li hember vê helwestê derdikevin û ev helwesteke şaş e û zirarê dide. Tirkiye bi xemgîniyeke mezin civînê diterikîne."