25 Îlon 2015•Rojanekirin: 25 Îlon 2015
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Heke Esed qasî zereyî misqal ji Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê hez dike dibê dev ji vî karî berde û here. Tu derdekê me bi karên navxweyî yê Sûriyeyê ra tune, lê belê 911 kîlometre sînorê me heye dibê ne Esed ne jî dinya vê ji bîr nekin. 911 kîlometre sînorê me heye û nika em bi tehdîda rêxistinên terorê yên li wê derê ra rû bi rû ne. Em encax qasî ciyekî dikarin sebr bikin. Ji wê şûn da sînorê sebrê jî heye."
Serokomar daxuyanî da rojnamegeran û mijarên ku di rojevê de ne nirxand
Serokomar Erdogan diyar kir ku di dema serokwezîrtiya wî de helwesta wan a li hemberî Sûriyeyê çibe ew yek hê jî dewam dike û wiha pê de çû: "Der heqê polîtîkayên Sûriyeyê da dema ku ez serokwezîrbûm helwesta me çitobû hê jî wisa ye. Tiştê ku ez dibêjim hûn jî dizanin ku a nika mijara DAEŞê heye. Wek mayîn nêrîna rêxistinên din jî eşkere ye. Ji aliyê din va jî rejim li holê ye. Nika li vê derê di van xebatan da kîjan welê ji bo çareserkirina vê mijarê têkevin binê bar ez qala vê pêvajoyê dikim. Tiştê ku ez dibêjim pêvajoya derbasbûnê ev e."
Erdogan ji bo bûyera îzdihama li Mînayê jî got: "Ya rast helwesteke ne baş e meriv rabe û ji Erebistana Siûdî ra bibêje sûcdar ev e û ji hinekan ra fatûre derxe. Berevajiyê vê heta niha di farîzaya hecê da ku ez çûme, min bixwe dîtiye ku di organîzasyonên hecê da çiqas baldar û hesas in. Ji ber vê jî ne rast e meriv bibêje organîzasyon şaş bû, nizanim wiha bû û filan bû. Ez bawer dikim ku rêveberiya Erebistana Siûdî çawa piştî qezaya înşeatê bi biryar hewl da, wê der barê vê da jî hin biryaran hilde."