26 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
BERLÎN
Li Berlînê, nûçegihanê Anadolu Agency (AA) û TRTyê negirtin civîna "Şeva Piştevaniyê" ya ji bo Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahttîn Demirtaş hat kirin.
Di çarçoveya bernameya Demirtaş a li Berlînê de, li hêwana Huxleys Neue Weltê çalakiyek hat lidarxistin. Demirtaş digel Cem Ozdemirê Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê hat hêwanê.
Li vir, destûrê nedan ku nûçegihanê Anadolu Agency (AA) û TRTyê bikevin hêwanê. Di vê navberê da hat dîtin ku rojnameger û nûçegihanên saziyên medyayê yên din, girtin hundir.