ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtina bi Serokomarê Komara Perava Diranêfîlê Alassane Vattara ya li Qesra Serokomariyê civîna çapemeniyê ya hevbeş çêkir.
"Em pevçûnên mezhebî erênî nabînin"
Erdogan der barê helwesta Îranê ya ji bo operasyonên li Yêmenê da wiha got: "Tişta ku hûsî li Yêmenê dikin şerê mezheban e û ev bûye şerê şiî û suniyan. Em pevçûnên mezhebî erênî nabînin û qebûl nakin."
Erdogan destnîşan kir ku Yêmen di nav xwe da ber bi perçebûnê va diçe û wiha got: "Em gelê Yêmenê wek birayê xwe qebûl dikin û li ser hiqûqa birayên xwe fikr û ramanên xwe dibêjin. Ez niha nikarim di mijara leşkerî da tiştekê bêjim. Lê em amade ne ku di warên lojîstîk û îstixbaratê da alîkariyê bidin."
Erdogan axaftina xwe wiha dewam kir:
"Wezareta Karên Derva di vê mijarê da daxuyaniyeke berfireh da. Lewra bûyer û geşedanên li Yêmenê êdî nayên qebûlkirin. Daxuyaniya Îranê ne rast e. Daxuyaniyên Îranê nîşan dide ku heta niha li Iraq û Sûriyeyê çi kiriye. Îran hewl dide xwe li herêmê domîne bike. Ev nayê qebûlkirin û ev dewletên herêmê, Erebistana Siûdî û dewletên Korfezê aciz dike. Ev nayê qebûlkirin û divê Îran vê fehm bike û hişmendiya xwe bigihurîne."