PARÎS
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Em piştgiriyê didin midaxeleya Erebistana Siûdî ya li Yêmenê. Li gor rewşê dibe ku em alîkariya lojîstîk bidin."
Serokomar Erdogan daxuyanî da kanala France 24ê ya nûçeyan a Fransayê û der heqê operasyona hewayî ya ku do êvarê li Yêmenê dest pê kir û têkoşîna dijî DAEŞê da axivî. Di malpera kanala France 24ê da der barê hevpeyvînê da nûçeyek hat weşandin.
Li gor nûçeyê Serokomar Erdogan der heqê operasyona leşkerî ya li Yêmenê da wiha got: "Em piştgiriyê didin midaxeleya Erebistana Siûdî ya li Yêmenê. Li gor rewşê dibe ku em alîkariya lojîstîk bidin."
Erdogan di mijara têkoşîna dijî DAEŞê û rewşa Iraqê da jî wiha got: "Îran dixwaze bandora xwe ya li Iraqê zêde bike. Îran dixwaze DAEŞê ji herêmê biqewirîne û bikeve ciyê wê."
Erdogan destnîşan kir ku êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê têr nakin û wiha got: "Ji bo têkbirina DAEŞê operasyona bejayî lazim e."