Fatih Gazioğlu
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 01 Hezîran 2018
ANTALYA
Wezîrên Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got hin kes dixwazin terorîstan ji girtîgehan derxin û wiha axivî: "Niha hin kes dixwazin terorîstan jî ji girtîgehan derxin. Em dibêjin têkoşina terorê divê dewam bike. Gelê me ji terorê gelekî kişandiye. Qasî 40 hezar merivên me hatin kuştin. Esker û polêsên me li hemû ciyan dijî terorê şer dikin. Hin kes jî radibin û dixwazin yên ku çek û piştgirî dane wan û parêzeriya wan kirine ji girtîgehan rizgar bikin."
Wezîr Çavuşoglu li Şaredariya Serîka navçeya Antalyayê di civîna Berfireh ya Serîkê de axivî û got ku li ser rûyê dinyayê ji 10 projeyên mega yên ku niha tên çêkirin 6ê wan yên Tirkiyeyê ne.
Çavuşoglu diyar kir ku pire û balafirgeha li ser dinyayê yên herî mezin li Tirkiyeyê wan dane çêkirin û wiha got:
"Niha hin kes dixwazin terorîstan jî ji girtîgehan derxin. Em dibêjin têkoşina terorê divê dewam bike. Gelê me ji terorê gelekî kişandiye. Qasî 40 hezar merivên me hatin kuştin. Esker û polêsên me li hemû ciyan dijî terorê şer dikin. Hin kes jî radibin û dixwazin yên ku çek û piştgirî dane wan û parêzeriya wan kirine ji girtîgehan rizgar bikin. Ev kesana ji xwe re jî dibêjin neteweperwer. Em baş dizanin ku hûn ji kê re xizmetê dikin. Miletê me jî baş dizane."