Nihat Kavşut
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
GİRESUN
Serokwezîr Yildirim: "Îtifaqa Cumhur ji Pensilvanya û Qendîlê îşaret hildane, tenê ji gel îşaretê hildide."
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim: "Di sozên ku tên dayîn da sînor tuneye. Dibêjin 'Em ê tavê bidin destê we yê rastê û hîvê bidin destê we yê çepê.' Tenê soz didin. We beyannameya hilbijartinê ya CHPyê xwend? Tê da dibêjin 'Serokomar wê sembolîk be û rayeya wî tunebe.' Tu yê bi kîjan rayeyê sozên ku didî bi cî bînî? Hûn ê him vegerin pergala parlamanteriyê û him jî gotinên qerase bikin. Gel bi vê naxape."
Yildirim: "Dibêjin em ê projeya wesaîta xwemalî bidin sekinandin; karê wan tenê xerakirin e û dixwazin projeyên tên çêkirin bidin sekinandin. Me sond xwariye ku em ê terorê ji rojeva Tirkiyeyê derxin û em sond dixwin ku em ê bi ser bikevin. Terorê heta niha derbeyeke mezin xwariye."
Serokwezîr Yildirim: "Em ê xebatên kesên dixwazin bi hemleyên aboriyê Tirkiyeyê bînin ser daxwaza xwe xera bikin."